Meşvanên ‘Ji îradeyê re rêzgirtin’ gihiştin Erzînkê

  • 20:02 6 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
WAN – Meşa ‘Ji îradeyê re rêzgirtin’ hefteyek li pey xwe hiştin. Meşavanan 173 kîlometre li pey xwe hiştin û gihiştin Erzînkê ya li Geliyê Zapê.
 
 “Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” ku li dijî tayînkirina qeyûm a di 3’yê hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye hate destpêkirin hefteyek li pey xwe hiştin. Meşavanan 173 kîlometre li pey xwe hiştin û gihiştin Erzînkê ya li Geliyê Zapê.
 
Meşvanên ku hevserokê giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî nav de gihiştin Newala Zapê. Meşvanên gihiştin Pira ciwanan a Şoreşger, ji aliyê Koma Jinan a Femînîst û heyeta Colemêrgê ve hat pêşwazîkirin û meşê dîsa destpê kir. Meşvan bi dirûşmeyên ‘bijî bexwedana Colemêrgê’, ‘Bijî berxwedana zindanan’ gihiştin Ezînkê û şeva xwe wê li Ezînkê derbas bikin.  Meşvanan li Ezinkê govend gerandin û roj bi peyamên bi biryar yên meşvanan bidawî bû.
 
Bernama sibê
 
Meşvan sibehê wê dest bi meşa xwe bikin û saetên êvarê de bigihêjin Depîn a Colemêrgê.