Femînistan ji Geverê bang kirin: Em ji qeyûman re dibêjin na!

  • 16:21 6 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Femînistên ku çend hefte beriya niha şaredariyên Amed û Êlihê ziyaret kirin, îro jî serdana şaredariya Geverê kirin û gotin: "Em bi hev re ji qeyûman re dibêjin na." 
 
Feministên ku ji Tirkiyeyê hatin serdana Şaredariya Geverê kirin. Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), hevşaredara Geverê Şadiye Kirmizigul û endamên meclîsa şaredariyê ya Geverê femîstan pêşwazî kirin. Di serdanê de daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta "Femînist ji qeyûman re dibêjin na" vekirin û li ser navê femînistan jî Ezgî Karakuş daxuyanî da.
 
Ezgî, diyar kir ku çend hefte beriya niha li Amed û Êlihê serdana şaredariyan kirine û got: "Îro jî em li Geverê ne. Ji bo me qeyûm mijareke femînistan e jî. Me vê yekê li Amed û Êlihê baştir dît. Dema qeyûm tên tayînkirin jin di mekanîzmayên biryaran de cih nagirin, nikarin li cihê cemaweriyê bin. Zîhniyeta qeyûm zihniyete dijminatiya jinê dike ye. Dijminatiya xweza, kedê dike. Jin li dijî tunehisibandina vîna xwe, biryarên xwe û bedena xwe dê têkoşîna xwe bidomînin. Em polîtîkayên qeyûman tê çi wateyê baş dizanin. Em bi hev re ji qeyûman re dibêjin na." 
 
Daxuyaniya jinan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana Colemêrgê" bi dawî bû.