Ji ciwanan çalakiya li dijî tecrîd û dagirkeriyê

  • 13:53 6 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Draguignan ê Fransayê, endamên CKF’ê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê protesto kirin.
 
Li bajarê Draguignan ê Fransayê, bi pêşengiya endamên Ciwanên Kurdistanî yên Fransa (CKF) meşek hate lidarxistin. Ciwan ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daketin qadan û tecrîda li Îmraliyê protesto kirin. Ku 40 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Her wiha ciwanan êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Başûrê Kurdistanê û xeta xiyaneta PDK’ê jî lanet kirin.
 
Meş ji ber Draguignan La Poste destpê kir û heta avahiya walîtiyê dewam kir. Bê navber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” û bi Fransî jî dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî” hatin berzkirin. Girseya ku gihişt ber avahiya walîtiyê, li vir ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz girt û piştre daxuyanî da. Li ser navê ciwanan Erhan Kop daxuyanî da û got: “Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo tê şikandin, weke ciwanên Kurd ên li Ewropayê em ê timî li qadan bin. Çareseriya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, Rêber Apo ye.”
 
Di daxuyaniyê de Erhan bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê jî û got: “Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê sûcê şer dike. Bêyî ku hiqûqa navneteweyî nas bike, gel ji malan dike der. Tevî ku ti heqê wan nîne, nuqteyên kontrolê datîne. Divê gelê Başûr rabe ser piyan û li dijî vê yekê helwest nîşan bide.”
 
Di çalakiyê de pankartên ku bi Fransî li ser “ji dagirkeriya Tirk re dawî” û “Ji Abdullah Ocalan re azadî” hatin nivîsîn û flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.