Di ‘Nobeta Aştiyê’ de balkişandin ser êrîşên li ser penaberan

  • 19:10 5 Tîrmeh 2024
  • Rojane
ENQERE - Di "Nobeda Aştiyê" ya ÎHD'ê de îşaret bi êrişên li hemberî penaberan hat kirin û wiha hat gotin: "Ji bo bidawîbûna êrişan em her kesî vedixwînin dengderxistinê û bilindkirina têkoşînê." 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, di çalakiya "Nobeda Aştiyê" de ku îna ewil a her mehî li dar dixe û bal dikişine ser binpêkirinên mafan, vê mehê îşaret bi êrişên nijadperest ên li hemberî penaberan. Daxuyanî bi ser navê "Em ji êrişên nijadperest û polîtîkayên nefretê ên li hemberî penaberan dibêjin bes e" hgat dayîn. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Enqereyê, Hewldana 78'an a Şoreşger û endamên Şaxa ÎHD a Enqereyê beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Piştî daxuyaniyê li avahiya şaxê Nobeda Edaletê hat girtin.  Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevîrmen di daxuyaniyê de anî ziman ku li Tirkiye û Rojhilata Navînê ku gelek kriz li wan çêdibin polîtîkayên nefretê yên li dijî penaberan di rojevê de ne. 
 
Nurayê destnîşan kir ku dem bi dem êrişên bi qasî pogromayê li hemberî penaberan pêk tên û got ku penaberên sûriyeyî gelek carana rastî tundiyê tên û ji ber ku ditirsin doza mafên xwe nakin. Û wiha got: “Piştî bûyera tacizê di serî de li Kayseriyê li gelek bajaran penaberên sûriyeyî rastî êrişên nijadperest tên û êrişên li hemberî penaberan didomin. Ji bo bidawîbûna êrişan em her kesî vedixwînin dengderxistinê û bilindkirina têkoşînê."