Jinekê bi gûman jiyana xwe ji dest da

  • 16:24 4 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
AMED - Naciye Oturmak a li Farqînê dijiya, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Xizmên Naciyê dan zanîn ku kesê naciye pê re hatibû zewicandin Hekîm Oturmak bi awayekî sîstematîk tundî lê dikir û par hewl dabû wê qetil bike. 
 
Jina bi navê Naciye Oturmak (41) li gundê Girbilok ê Farqîn a Amedê dijiya û li mala xwe bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Naciye Oturmak a ku ne li ser hişê xwe, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yûsûf Azîzoglû ya Farqînê li wir jiyana xwe ji dest da.  
Têkildarî mirina Naciye Mêrê pê re hatibû zewicandin Hekîm Oturmak bi gumana “cînayetê” hate binçavkirin. 
 
Hewldana kuştinê 
 
Xizmekî nêz ê Naciye Oturmak ji Ajansa Nûçeyan (MA) re da zanîn ku Mêrê  Naciye pê re hatibû zewicandin beriya niha hewl dabû wê bikuje û wiha dewam kir,: “Hevjînê wê tundî lê dikir û par jî hew da wê bikuje. Hewl da benekî bixe qirika wê lê zarokên wê û cîranên wê nehiştibûn. Piştî vê bûyerê bi çend mehan li malbavê xwe ma. Ji bo dîsa venegere me gelek hewl da. Hekîm gelek caran qasid şand û bir malê. Lê piştre dîsa tundî dest pê kir. Ev bû 3 sal tundî lê dihat kirin.” 
 
Tundî lê hatiye kirin
 
Xizma Oturmak, wiha qala hevdîtina xwe ya dawî ya bi Naciye Oturmak re kir: “Dema bi min re diaxivî digot ku hevjînê wê nebaş nêzî wê dibe lê ji ber zarokên xwe, xwe li ber vê tundiyê radigire. Zarokê wê yê herî mezin 17 salî ye. Dayika 4 zarokan e û ji wan 3 kur û yek jî keç e. Hevjîn û tiyên wê ew birine nexweşxaneyê. Piştî birin nexweşxaneyê li me geriyan. Dema em çûn nexweşxaneyê jî me ne Hekîm ne jî tu kes ji malbata wan li wir nedît. Peywirdarên li wir gotin ku hevjînê wê ew aniye nexweşxaneyê lê nehatiye rizgarkirin.”