Li Dihokê gund hatin bombekirin, gel banga alîkariyê kir

  • 15:24 4 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk gundê Sergelê yê navçeya Amediyê ya Dihokê bombe kir û di encama bombebaranê de şewateke mezin derket. Gel banga alîkariya lezgîn kir.
 
Li gorî çavkaniyên herêmî, hat ragihandin ku artêşa Tirk gundê Sergelê yê navçeya Amediyê ya Duhokê bombe kir û di encama bombebaranê de şewatek mezin derket. Her wiha hate diyar kirin ku şewat gihaştiye malên gundiyan û ev yek gef li jiyana wan dixwe.
 
Gelê herêmê li dijî agir û êrişên dewleta Tirk banga alîkariya lezgîn kir. Ev êrîş di demeke ku dewleta Tirk sewqiyatên mezin ên leşkerî ji bo Başûrê Kurdistanê dike de, pêk hat.
 
Herî dawî ji bo navçeya Amediyê sewqiyeteke mezin a leşkerî hatibû kirin. 
 
Dewleta Tirk, li Dihokê noqteyên kontrole daniye, nasnameya welatiyan kontrol dike û gelek gund bi zorê hatin valakirin.