Şaredariya Rezanê duyemîn hevdîtina jinan pêk anî

  • 15:12 4 Tîrmeh 2024
  • Rojane
AMED - Şaredariya Rezanê, duyemîn hevdîtina jinan li Taxa Mevlana Halîst li dar xist.
 
Duyemîn hevdîtinên jinan ên ku ji aliyê Şaredariya Rezanê ve di çarçoveya xebatên şaredariya jinan de li Taxa Mewlana Halît hat lidarxistin. Di çalakiya ku li Parka Jinê ya Kardelenê hate lidarxistin de, bi armanca rasterast diyarkirina daxwaz û pêdiviyên jinan, Hevşaredar Leyla Ayaz, Alîkara Hevşaredar Jiyan Aslan, Rêvebera Xizmetên Jin û Malbatê Derya Berktaş Açmaz û endamên meclîsa şaredariyê jî di civînê de amade bûn.
 
'Em dixwazin bi we re plana xwe ya stratejîk amade bikin'
 
Leyla ku axaftina vekirinê ya civînê kir, bal kişand ser girîngiya tevlêbûna jinan a ji bo xebatên amadekirina Plana Stratejîk a Şaredariya Rezan a 2025-2029'an. Leyla got, "Em dixwazin bi jinan re Plana xwe ya Stratejîk a 5 salan amade bikin. Planên me wê li gorî daxwaz û pêdiviyên we derkevin holê. Lewma em dixwazin hûn jî beşdarî vê pêvajoyê bibin." Leylayê bi hevdîtina yek bi yek bi jinan re û guhdarkirina pirsgirêk, daxwaz û pêşniyarên wan, diyar kir ku ew ê ji bo jin û zarokan hemû derfetên xwe bi pêş bixin.
 
Daxwaz û pêşniyarên çareseriyê 
 
Jinên ku mafê axaftinê girtin, xwestin bi taybet li dijî maddeyên hişbirê polîtîkayên çareseriyê bên hilberandin û qadên civakî û perwerdeyê ji bo ciwan û zarokan bên zêdekirin. Jinan diyar kirin ku divê xebatên paqijkirina taxan bên zêdekirin û çalakiyên ku di vê mijarê de hişyariyê didin bên lidarxistin û xwestin parq û qadên jiyana civakî bên zêdekirin.
 
Jinan destnîşan kirin ku kooperatîf û atolyeyên pîşeyî ku hem ji bo ciwanan hem jî ji bo wan îstîhdamê biafirîne, pêwîstiyeke girîng e. Di dema ku daxwaz û pêdiviyên jinan yek bi yek hatin destnîşankirin de ji bo zarokan jî pêşniyarên kargeh û kurên şaredariyê hatin kirin.
 
Civînên jinan dê berdewam bikin
 
Leyla da zanîn ku civînên jinan ên ji aliyê şaredariyê ve hatine destpêkirin dê bidomin û got ku ew ê bi jinan re hevdîtinên xwe berdewam bikin û li daxwazên wan guhdarî bikin.