Meşvanên Rêzgirtina ji îradeyê re: Em ê piştevaniyê mezin bikin

  • 09:57 4 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Zelal Tunç - Dîlan Babat
 
WAN - Meşa Rêzgirtina Ji îradeyê re ya 6 rojan ku ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ber bi Colemêrgê ve hat destpêkirin didome. Meşvanan di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li hember pergala hevserokatiyê û gotin dê bi têkoşîneke rêxistînî bersivê bidin zîhniyeta serdest a mêr. 
 
Ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariya Colemêrgê Starta “Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” ya dê 6 rojan bidome duh li Wanê da. Yên ji Marmara û Egeyê, ji Enqere, Edene, Êlih, Amed, Mûş, Elezîz, Bedlîsê hatin Wanê, li vir dest bi meşa xwe kirin. Meşvan ji hêla şêniyên Wanê ve bi coşek mezin hatin rêkirin. 
 
Rawestgeha yekem Payîzava ya Wanê bû û îro jî dê ber bi Elbakê ve bimeşin. Welatiyên ji bajarên cuda tevlî meşê bûn ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn û hest û ramanên xwe anîn ziman. 
 
'Em zilmê qebûl nakin'
 
Songul Demir 5 roj in bi keça xwe ya 11 salî ji Tekîrdagê beşdarê meşê bûye û wiha axivî: "Ez li dijî tayînkirin qeyûmê tevlî meşê bûm. Rawestgeha me ya yekem a meşê Payizava bû. Dê meşa me heta dawiyê bidome. Divê gel li dijî qeyûman bertekên xwe bîne ziman. Em li dijî tayînkirina qeyûman a li ax, malên xwe li vir in û em qebûl nakin. Ez bi keça xwe re bi rê ketim. Keça min çend biçûk be jî berteka xwe bi meşê tîne ziman. Qeyûm tê wateya zilmê û em wê zilmê qebûl nakin."  
 
'Me rêwîtiyek da destpêkirin'
 
Hevseroka DEM Partî ya Îzmîrê Vezan Karabulut jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya meşê û got: "Li Colemêrgê vîna gel tune hat hesibandin. Parlamenter û hevşaredarên ku ji hêla gel ve hatine bijartin tên girtin. Endamên meclîsa şaredariyê nayên qebûlkirin. Qeyûm tên tayînkirin. Ev yek dema OHAL'ê û OHAL li vir bi qanûnê tê meşandin. Em îro ji bo hemû gelên Tirkiyeyê li vir in. Me rêwîtiyek da destpêkirin. Bi 'Meşa Rêzgirtina li Îradeyê' em li dijî xespkirina vîna gelê Colemêrgê derdikevin û em ê piştevaniya gel bikin. Em ê hewl bidin bila Tirkiye bi giştî dengê me bibhise."
 
'Em bêdeng nabin'
 
Vezan, diyar kir ku bêtir jin bertek nîşanî tayînkirina qeyûmê didin û wiha bi lêv kir: "Barê jinan gelek giran e. Ji ber ku tayînkirina qeyûm tê wateya xespkirina vîna jinan. Jin xwe di nav pergala hevserokatiyê de dibînin. Bi saya şaredariyên me jin ji xebat û xizmetên şaredariyê sûdê digirin. Îktîdar li herêmê şaredariyên DEM Partiyê naxwazin. Em ji dibêjin em natirsin, bêdeng nabin û îtaat nakin." 
 
'Xwedî li pergala hevserokatiyê derkevin'
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Muglayê Neşe Şah Çetinkaya jî bertekên xwe ya li hemberî tayînkirina qeyûmê wiha anî ziman: "Qeyûm li hemberî kurd û bi taybetî jî li hemberî jinan tê sepandin. Bi pergala hevserokatiyê tu dikarî di nav civakê de tiştên nû biafirîni. Jin dikare bêhiqûqiyê ji holê rake. Lê îktîdar hem êrişê pergala hevserokatiyê dike û hem jî êrişê nasnameya kurd dike. Her wiha îro Şoreşa Rojava ji têkoşîna jinên cîhanê re bûye mînak. Pergala serdest tu carî rêxistinbûna jinan qebûl nake. Ne tenê jinên kurd divê hemû jin xwedî li pergala hevserokatiyê derkeve. Meşa ku me daye destpêkirin li dijî pergala serdest a mêr e û em ê li her qadê têbikoşin."