‘Li dijî tundiyê çareserî rêxistinbûyin e’

  • 09:02 4 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
 
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen der barê pêkanîna tundî û îşkenceya zêde bûye de axivî û da zanîn ku bi rêya bêcezahiştinê tundî her diçe zêde dibe û çareserî jî rêxistinbûyin û piştevanî ye.
 
Îşkence li hemû cîhanê tê dîtin û li dijî vê di encama têkoşînên hatin dayîn de gelek qanûn û peyman hatin derxistin û bi vê re îşkence hat qedexekirin. Ev qedexeya ku li ser kaxizan dimîne wek Tirkiyeyê li gelek welatan îşkence û tundî heye. Desthilatdariyên ku dema gumanbar dibin mêr ceza pêk naynin û îşkenceyê nabînin, jinê tune dihesbînin. AKP bi zimanê ku bi kar tîne tundî û newekheviyê rewa dike.
Seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen der barê îşkenceya ku roj bi roj zêde dibe û bi taybet jî der barê tundiya li ser jinan axivî.
 
‘Bêcezahiştin cesaretê dide gumanbaran’
 
Suzanê da zanîn ku bi salane pêkanînên îşkenceyê hene û tevî tespîtan li dijî kesên îşkenceyê pêk tînin ceza nayê dayîn û got: “Bi avabûna dewletan re zextên li ser civakê hatine avakirin. Yek ji vê jî îşkence ye. Bi salane serdest ji bo siyaseta xwe feraseta xwe bidin qebûlkirin îşkenceyê li gelan dikin. Ev bi sedsalane didome. Di salên 90’î de li Tirkiyeyê îşkenceyek mezin hebû. Ev her tim dibûn rapor. Mirov bi şopa îşkenceyê derdiketin derve rapora bijîşk digirtin, lê ev tu carê wek sûc nehat dîtin li dijî kesên îşkence kirin ceza nehat birîn. Yên îşkence dikirin cesaret digirtin û îşkence hîna jî didome.”
 
‘Jin tundiyê qebûl nakin’
 
Suzanê daxuyakirin ku desthilatdarî ji bo jinan bixîne polîtîkayê dimeşîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di salên 90’î de dema jin dihatin binçavkirin gelek bûyerên destdirêjiyê dihatin jiyîn. Sedema vê jî ev bû ku bi destdirêjiyê dixwestin jinan teslîm bigirin, rûmetê bişkînin û bixwebaweriyê kêm bikin. Demên dawî de bi polîtîkayên jinan li hember jinan êrîşek heye. Jin li dijî vê bi îradeya azad tevdigerin. Li dijî vê tundiya mêr heye. Jin vê tundiyê qebûl nakin. Di bin îşkenceya ku tê kirin de daxwaza jiyaneke mirovane a jinan heye.”
 
‘Wê têkoşîn bidome’
 
Suzanê her wiha destnîşan kir ku heta ku civak jiyaneke aştiyane nedomîne wê li dijî îşkenceyê têkoşînê bidomînin û wiha pê de çû: “Di 1987’an de îşkence tê qedexekirin. Tirkiye îmzeyê davêje vê. Tevî vê hîna li Tirkiyeyê îşkence didome. Di 2017’an de pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê dest pê kir. Bi vê pêvajoya çareseriyê re bi qanûnên Ewropayê re îşkenceya sîstematîk hat rakirin lê niha hemû rêbazên îşkenceyê yên binçavan û dema binçavkirina li malê de îşkenceyên pêk tên em dibin şahidê vê.”
 
Li dijî pirsgirêkan rêxistinbûyin
 
Suzanê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku pirsgirêk çi dibe bila bibe çareserî rêxistin û têkoşîn e û got: “Ji bo çareseriya pirsgirêkan hewcedarî bi piştevaniyê heye. Bêdengî pirsgirêkan çaeser nake. Berovajî vê mezin dike. Çi dibe bila bibe divê mirov bi hev re bikevin nava piştevaniyê. Divê piştevanî û rêxistinbûyinê mezin bikin. Dengê xwe bilind bikin.”