ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2024'AN

  • 09:00 1 Tîrmeh 2024
  • Rojev
 
*Esnaf Nurcan Tayboga da zanîn ku hem di alî karsazan de hem di alî karkeran de barê debarê giran bûye û got: “Ji bo rûyê esnafan bikene divê krîza aborî bê çareserkirin. Divê demildest krîza li Tirkiyeyê bê çareserkirin.” DÎMEN HEYE
 
*Ji  "Tora Jiyanê ya Jinan a li Dijî Xizaniyê" Dîlara Su Kalpak der barê kampanya ‘li dijî xizaniya jinê tora jiyanê’ ya SKM’ê daye destpêkirin axivî û da zanîn ku wê jinan rêxistin bikin û li dijî hemû pirsgirêkan alternatîfa jiyanê pêşkêş bikin. DÎMEN HEYE
 
* Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan, diyar kir ku di çarçoveya kampanya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çarseriya prisgirêka Kurd de 16 hezar û 803 name şandine ji CTP’ê re û got di pêvajoya pêş de wê xebatên hiqûqî û dîplomatîk zêde bibin û ji bo asta sêyemîn a kampanyayê amadekariyan dikin. DÎMEN HEYE
 
*Parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît der barê pêşnûmeyên ku ji bo Kurdî didin meclîsê û nayên qebûlkirin, êrîşên zêde bûne de axivî û got wê têkoşînê hîn mezintir bikin. DÎMEN HEYE
 
* Bi sedan welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê ji bo bîranîna pakrewan a Zîlan daketin qadan jinan di meşê de da zanîn ku li ser rêça pakrewan Zîlan îro bi hezaran Zîlan hene û soza bilind kirina têkoşînê li pey doza pakrewan Zîlan nû kirin. DÎMEN HEYE