Parêzer Ronahî Çîftçî dîsa hat girtin

  • 20:25 30 Hezîran 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer Şeuheda Ronahî Çîftçî ku roja înê ji girtîgeha Şakranê tahliye bû, ji nûve hat girtin.
 
Parêzer Şuhda Ronahî Çîftçî ku di çarçoveya lêprisîna ku serdozgeriya komarê ya Antalyayê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ dabû destpêkirin, di 20’ê Sibatê de li Manavgat a Antalyayê hatibû girtin. Şuheda Ronahî roja înê ji girtîgeha Şakranê hatibû tahliyekirin. Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ye ku Şuheda jî endama wê ye, daxuyand ku îro Şuheda li Antalyayê ji aliyê dadgehê ve hat girtin.