Çalakiya 'Deng bide azadiyê': Têkoşîn didome

  • 17:06 30 Hezîran 2024
  • Rojane
 
 
STENBOL -Xizmên girtiyan ku li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya "Deng bide azadiyê" li dar xistin, diyar kirin ku heta tecrîd bê bidawîkirin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" de li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ji aliyê Komeleyên Piştevaniya Hiqûq ya bi Girî û Malbatên Girtî û Hukumxaran (MATUHAY DER) ve çalakiya "Deng bide azadiyê" hate lidarxistin. Xizmên girtiyan û Gelek welatî tevlî çalakiyê bûn û her wiha Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek jî amade bû. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe" û "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" hatin berzkirin.
 
'Heta ku tecrîd rabe em ê têbikoşin' 
 
Hevseroka MATUHAY DER'ê Dîlek Sonmez li vir axaftinek kin kir, diyar kir ku heta tecrîd rabe wê têkoşîn û çalakiyên xwe bidomînin û got, "Em ê weke her hefteyê vê hefteyê jî ji bo bidawîkirina tecîrdê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakiya xwe ya rûniştinê li dar bixin."
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê, dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.