Li Şirnexê 14 herêm li gel hatin qedexekirin

  • 16:25 30 Hezîran 2024
  • Rojane
 
 
ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku li bajar 14 herêm weke “herêma ewlehiya taybet a demkî” hatine ragihandin. 
 
Walîtiya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku li navenda Şirnexê û navçeyên Cizîr, Silopiya, Elkê, Qileban û Basayê 14 herêm ji bo 15 rojan weke “herêma ewlehiya taybet a demkî” hatiye îlankirin. 
 
Herêma Bestayê ya girêdayî navenda Şirnexê, Çiyayê Gabarê yê di navbera navend û navçeya Basayê de, Çiyayê Cûdî yê di navbera Silopiya û Cizîrê de, Çiyayê Kêla Memê yê Qilebanê, Çiyayê Kato, Tehtareş û 8 herêmên din ên navçeya Elkê ji bo 15 rojan hatin qedexekirin. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku qedexe di 1’ê tîrmehê de dest pê dike û dê di 15’ê tîrmehê de bi dawî bibe.