Dewleta Tirk êrişî gundê Asûriyan kir

  • 12:19 30 Hezîran 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN -Artêşa Tirk êrişî gundê Mîska yê Asûriyan kir, leşkerên Tirk jî ketine nava gund û ziyanên mezin didin xelkê herêmê.
 
Êrişên dewleta Tirk roj bi roj berfirehtir dibin, li gorî dîmenên di torên civakî de belav bûne, Artêşa Tirk di bombardûmana li ser herêma Metînayê de bombe li gundê Mîska yê Asûriyan barand. Di êrişê de bombe li dêra gund hatin barandin.
 
Dîmenên dawî yên ji herêmê hatin, nîşan didin ku gundê Mîska yê gelê Asûrî ku ji baweriya Xiristiyan e, ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye bombekirin.
 
Tê gotin, artêşa Tirk ji bo valakirina vî gundî destpêkê gef xwariye, piştre jî bi bombekirinê lê welê kiriye ku jiyan lê nemîne. Artêşa Tirk ku bi salan e li Herêmên Parastinê yên Medyayê sûcê şer dike, bi bombardûmana li gundê Mîskayê hem agir berda xwezaya herêmê û xweza talan kir, hem jî bombe li qada gundiyan û dêrê barand ku îbadetxaneyeke.