ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2024'AN

  • 09:00 30 Hezîran 2024
  • Rojev
 
* Jinên ku tevli nobeta li dijî qeyûm bûn, ji mîkrofonên me re axivî û diyar kirin ku ji bo tayînkirina qeyûman bi dawî bibe divê ewil tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û ji bo vê jî têkoşîn bê dayîn. DÎMEN HEYE
 
* Esnaf Nurcan Tayboga da zanîn ku hem di alî karsazan de hem di alî karkeran de barê debarê giran bûye û got: “Ji bo rûyê esnafan bikene divê krîza aborî bê çareserkirin. Divê demildest krîza li Tirkiyeyê bê çareserkirin.” DÎMEN HEYE
 
*Sekreta Giştî ya BastA Franzîska Stîer, der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bersiva wezîrê dadê şîrove kir û got: “Di hucreyê de girtin, qedexekirina hevdîtina malbat an jî parêzeran, şertên îşkence û binçavkirinê ew li gorî kîjan têgehan dinirxînin? Gelo vê çawa bi nav dikin?”