ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2024'AN

  • 09:00 19 Hezîran 2024
  • Rojev
 
*Berdevka Navenda Lêkolînên Jineoloji ya bajarê Helebê Rojiyan Hisên bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Dema ku deng hest û raman bibin yek wê demê em ê azadiya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin û bi hev re ber bi konfederalîzima Rojhilata Navîn ve bimeşin." DÎMEN HEYE
 
*Seroka Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Zîlan Ozel, bang li hemû kesî kir ku xwedî li saziyên çandê û ziman derkevin û got: “Em bi hev re çand û hunerê xurt bikin.” DÎMEN HEYE
 
*Şaxa SES a Amedê, bi armanca balê bikşînin ser xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê, kovara bi Kurdî derxist. Hevseroka şaxê Yildiz Ok Orak axivî û  got bi nivîsên di kovarê de, pirsgirêkên ku ji ber nebûna xizmeta bi zimanê dayikê dertên holê tên ragihandin û her wiha ji bo ziman banga hestiyariyê hat kirin. DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Stenbolê Aygul Sîncar, serdana jinên femînîst ên li Amed û Êlih û girîngiya tifaqa jinê axivî û got desthilatdarî xurtbûna jinan wek xetere dibîne û li dijî vê jî wê bên gel hev û bi riya 3’yemîn wê tifaqa jinê, hevserokatî û azadiya jinê pêş bixînin.  DÎMEN HEYE