Li Erdexanê gijlok barî

  • 19:16 18 Hezîran 2024
  • Rojane
 
 
ERDEXAN - Li Erdexanê ji ber barîna zêde ya gijlokê wesayîtan nekarîn tev bigerin. Ji ber barînê, rê spî bûn. 
 
Li Erdexanê barîna zêde ya gijlokê bandoreke neyînî li jiyanê kir. Ji ber barîna gijlokê ya bênavber rêya Erdexan û Qersê spî bû. Ji ber barîna gijlokê ajokarên wesayîtan nekarîn tev bigerin û di rêya bejahiyê de ji bo demekî kurt trafîk çêbû.