Anna Camposompîero: Birêz Ocalan bû hedef

  • 09:04 18 Hezîran 2024
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Nûnera kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin ya Îtalyan Anna Bruna Camposampîero wiha got: “Birêz Ocalan bû hedef. Ji ber dengê wî li derveyê Tirkiyeyê jî tê bihîstin.”
 
Kampanya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ ya li seranserê Ewropayê tê meşandin didome. Li her derê cîhanê beşdarî zêde dibe û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan tê kirin.
 
Aktîvîst Anna Bruna Camposampiero ku di lingê kampanyayê ya Îtalyayê de cih digire, der barê mijarê de ji JINNEWS’ê re nirxandin kir.
 
‘Em ê mafên birêz Ocalan radest bikin’
 
Anna da zanîn ku tevli civînên kampanya ‘ji Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ bûye û got: “Ji bo tecrîda li ser Ocalan bişkê ez di xebatan de bûm. Di vê rewşê de bi Kurdan re hevkarîkirin girîng bû. Nameya ji CPT'ê re hat şandin, min jî wek gelek şexsiyet, rêxistin û sendîkayan îmze da. Bêguman ev çalakî têr nakin. Em ê ji bo  ku rêzdarî li hember mafê  Ocalanbê nîşandan daxwaza xwe her tim bidomînin. Tirkiye hevkarê NATO’yê ye û ev di gelek polîtîkayên Tirkiyeyê de destnedanê bixwe re tîne. Civaka navnetweyî li dijî sûcên li hember gelê Kurd bêdeng e.”
 
‘Erdogan piştî 31’ê Adarê bi tundiyê tevgeriya’
 
Anayê daxuyakirin ku cotstandardiya li qada navneteweyî pir aşkera ye û wiha pê de çû: “Ez behsa cotstandardiyê dikim. Erdogan vexwendiyê zîrveya G7 a Îtalyayê hat kirin. Lê piştî hilbijartinên 31’ê Adarê wek her tim bi tundî û bêcezahiştinê tevgeriya. Yekitiya Ewropayê ji Tirkiyeyê re pir pere vediqetîne. Welatiyên Îtalyan tenê bi nasnameya xwe tên gera Tirkiyeyê. Li hevserokê giştî yên berê yên HDP’ê cezayên bi xof hatine birîn. Yek ji pêkanînên din ên kêfî jî betalkirina encamên hilbijartinê ne.”
 
‘Civaka navneteweyî bêdeng e’
 
Anna di berdewamiya axaftina xwe got şert û mercên Abdullah Ocalan bişibin yên mînaka Mandela jî lê di heman astê de deng dernakeve û wiha got: “Dişibe çîroka Nelson Mandela lê mixabin bi heman awayî deng dernaxe. Ji bo Mandela bê berdan û rejîma apartheîd bidawî be li seranserê cîhanê kampanya hat meşandin. Ji wê kampanyayê heta niha cîhan pir guherî. Abdullah Ocalan bi zanebûn nakin mijara nûçeyan. Ji Abdullah Ocalan kirin hedef. Ji ber dengê wî ji derveyê sînorên Tirkiyeyê jî tê bihîstin. Hikûmeta Tirkiyeyê bi derewên xwe dijîn û civaka navneteweyî jî li dijî vê bêdeng e. Raporên dawî û serdana dawî ya CPT'yê nehat aşkerakirin. Divê ev dewlet li dijî hiqûqa xwe rêzdar be.”
 
‘Hewcedariya hemû herêmê bi azadiya Ocalan heye’
 
Annayê axaftina xwe wiha domand: “Ez ê piştgiriya xwe ya ji bo kampanyayê û her wiha ji bo rakirina tecrîdê bidomînim. Birêz Ocalan bi hikûmeta wê demê ya Dalema bawer dikir. Îtalyayê mafê starbûnê da Abdullah Ocalan. Li vir jî gelek deng bilind dibûn. Lê dîsa jî têr nake. Hewcedariya hemû herêmê bi berdana Birêz Ocalan û konferansa aştiyê heye. “