Serdanên cejnê li bajaran didome

  • 18:20 17 Hezîran 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di roja duyemîn a cejnê de jî di serdanên li avahiyên DEM Partiyê de gel, partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî hatin bahev û cejn li hev pîroz kirin. 
 
Li gelek bajaran bi boneya Cejna Qurbanê serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hate kirin. 
 
Riha
 
Li Rihayê gel bi rêveberên DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) re hatin bahev. Bernameya pîrozkirina cejnê li Rêxistina DEM Partiyê ya Bajêr pêk hat. Ji bilî rêveberên partiyê, hevşaredarên navçeyan, parlamenterên DEM Partiyê yên Rihayê Ferît Şenyaşar û Omer Ocalan jî beşdar bûn. 
 
Welatiyên di serdanê de axivîn, hêviyên xwe yên edalet û demokrasiyê anîn ziman. Ji bilî welatiyan CHP’ê û Partiya Seadetê jî bi boneya cejnê serdana DEM Partiyê kir. 
 
Edene
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Edeneyê bi boneya Cejna Qurbanê li Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê cejn pîroz kirin. Rêveberên DEM Partiyê yên navend û navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û saziyen sivîl ên li bajêr û gelek welatî ev li aktîvîteya pîrozkirina cejnê bûn. 
 
Di aktîvîteyê de welatiyan û partiyiyan cejn li hev pîroz kirin.
 
Amed
 
Li navçeya Bismil a Amedê hevşaredar, rêveberên DEM Partiyê û DBP’ê li 14 taxan serdana malbatan kirin. Rêveberên ku bi eleqeyeke zêde hatin pêşwazîkirin, cejna welatiyan pîroz kirin. Malbatên serdana wan hatin kirin keyfxweşiya xwe ya ji bo serdana hevşaredaran a li malên wan anîn ziman. 
 
Êlih
 
Li Êlihê jî DEM Partî, rêveberên DBP’ê, aktîvîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê û rêxistinên sivîl ên civakî yên li bajêr li şaredariyê bi gel re hatin bahev. Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû ya li vir axivî, wiha got: “Em bi feraseteke ku dawiyê li polîtîkayên qeyûm bîne û şaredariyan bi gel re bi rê ve bibe hêvî dikin ku gelek cejnan bibînin.” Hevşaredar Gulistan Sonuk, Hevserokên DEM Partiyê yên Êlihê Songul Korkmaz û Mûstafa Mesût Tekîk ên pişt re axivîn jî cejna welatiyan pîroz kirin. 
 
Tevahiya rojê serdanên welatiyan berdewam kirin.  
 
Li aliyê din Serokê Partiya Yenîden Refah ê Bajarî Ziyaulhak Yamaç û rêveberên partiyê yên pê re jî cejna DEM Partiyiyan pîroz kir.