Denîz Poyraz li Wanê hat bibîranîn

  • 15:05 17 Hezîran 2024
  • Rojane
 
WAN - Di bîranîna ku li Wanê di 3'yemîn salvegera qetilkirina Denîz Poyraz de hat lidarxistin de peyama têkoşînê hat dayîn.
 
Denîz Poyraz a ku di 17'ê Hezîrana 2021'ê de li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê hat qetilkirin, di 3'yemîn salvegera qetilkirina xwe de li Wanê hat bîranîn. Di bîranînê de pankarta "Em ê qirkirina jinên azad rawestînin û jiyana nû ava bikin" hat vekirin. Bernameya bîranînê ji bo Denîz Poyraz û kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
 
Piştre li ser navê jinan Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal axivîn.
 
'Em dizanin ku Onur Gencer ev komkujî bi tenê nekiriye'
 
Pervîn Buldan ku ewil axivî, diyar kir ku cejn weke cejn nayên pîrozkirin û her roja gelê Kurd bi bîranînê derbas dibe û got, “Îro sêyemîn salvegera qetilkirina Denîz Poyraz a li Îzmîrê ji aliyê Onur Gencer ve hatiye qetilkirin e. Di sala 2021’ê de me şahidiya qetilkirina kedkara partiya me Denîz Poyraz kir. Em dizanin ku Onur Gencer ev komkujî bi tena serê xwe nekiriye. Kesê ku çek xistiye destê Onur Gencer, kesê ku ji Onur Gencer re gotiye 'Hûn ê li rêxistina Îzmîrê qetlîamê pêk bînin', kesê ku ev komkujî organîze kiriye û yên dijminatiya Kurdan dikin em baş nas dikin. Em wan ji nêz ve nas dikin. Em dixwazin pêvajoyek ku hêza li pişt vê qetlîamê, zîhniyeta li pişt wê û yên ku ev ferman dane Onur Gencer bên cezakirin. Ev welat bûye şahidê gelek êşan. Mîna salvegera Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Hacî Karay di 3'ê Hezîranê de hat lidarxistin. Em her meh bibîr tînin, em kesên ku ev komkujî kirine şermezar dikin, lê di heman demê de li dijî van qetlîaman bertekên xwe nîşan didin."
 
'Em rêhevalên Denîz Poyraz in ku ala wê hildigirin'
 
Pervînê diyar kir ku hiqûqa dijminatiya gelê Kurd heye û got, “Yên qetlîaman dikin qet nayên cezakirin. Yên van qetlîaman organîze dikin, yên ku vê komployê li dar dixin, yên ku van bûyeran pêk tînin ji aliyê desthilatdarên vî welatî ve tên parastin û nayên cezakirin. Kujer tên xelatkirin û parastin. Dema ku em şahidiya dîroka bi êş a vî welatî dikin, em ê jî erk û berpirsyariya xwe ya li hemberî heval û hevrêyên xwe yên têkoşîna wan bi cih bînin. Em heval û rêhevalên Deniz Poyraz in. Em rêhevalên Denîz Poyraz in ku ala wê hildigirin. Ji ber ku em dizanin û bawer dikin ku li vê erdnîgariyê bi milyonan Deniz Poyraz hene. Bi milyonan mîna wê hene ku ji têkoşîna azadiyê, bi têkoşîna heqîqetê, bi têkoşîna edalet û demokrasiyê bawer dikin. Em ê li dijî zîhniyeta komplo û qetlîamê bin. Heta ku em edalet, aştî, azadî û heqîqetê bînin vî welatî em ê vê têkoşînê bidomînin."
 
'Em ê ti carî dest ji vî şerî bernedin'
 
Herî dawî Pervînê wiha got: “Denîz Poyraz, baş bizane ku dê, bav, xwişk û bira, rêheval û hevalên te yên têkoşer vê têkoşînê li pişt te bimeşînin. Em ê ti carî dest ji têkoşînê bernedin. Kê ferman daye, kê organîze kiriye jî divê bê cezakirin em ê vê têkoşînê bidomînin. Ez Denîz Poyraz di sêyemîn salvegera qetilkirina wê de bi rêzdarî, minetdarî bi bîr tînim. Ez bi rêzdarî li ber bîranîna wê, serî ditewînim."
 
'Ev polîtîkayên qirêj bi hişê netewe dewletê tên meşandin'
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal diyar kir ku gelê Kurd û gelên bindest cejn bi xemgînî derbas kirin û got, “Em weke jin û ciwanên Kurd li dijî polîtîkayên wan ên qirêj têdikoşin. Cejnên me jî bi vî awayî derbas dibin. Cejn dema ku yekîtî, xwişk û biratî û aştî hebe watedar in. Îro li ser xaka ku em lê dijîn ji aliyê AKP’ê ve polîtîkayên qirêj tên meşandin. Kurd li dijî van polîtîkayên qirêj li ber xwe didin. Ev polîtîkayên qirêj bi hişê netew dewletê tên meşandin. Di vê cejnê de li aliyekî şer didome, li aliyê din kuştin û girtin, li aliyê din jî qetlîamên gelan û jinan berdewam dikin. Em ji hişê netew dewletê dipirsin ka di rewşeke wiha de em çawa dikarin cejnê pîroz bikin. Cejn ji bo me tenê roja berxwedan û têkoşînê ye. Hêvî dikim ev cejn bibe sedema aştiyê. Em cejna hevalên xwe yên li her qadê li berxwe didin pîroz dikin. Em careke din kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin."
 
Bîranîn bi dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.