Ji bo bernameya cejnê ya DEM Partiyê eleqeyek mezin hat nîşandan

  • 14:22 17 Hezîran 2024
  • Rojane
 
WAN - Rêxistinên DEM Partî yên bajar û navçeyên Wanê û parlementerên bajêr cejna gel pîroz kirin. Gel eleqeyeke mezin nîşanî pîrozbahiyê da.
 
Rêxistina bajarê Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi munasebeta Cejna Qurbanê li avahiya bajêr bi gel re hatin cem hev û cejn pîroz kirin. Di cejnê de Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Di Dergûşa Şaristaniyan de Xizmên xwe Wenda kirine (MEBYA-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ve hate lidarxistin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, Hevşaredarên Artemêtê, Parlamenterên DEM'ê yên Wanê Pervîn Buldan, Gulcan Kaçmaz Sayyigit, Zulkuf Uçar û Mahmut Dindar û gelek welatî tevlî bûn.
 
Welatiyên ku hatin cejnê pîroz kirin xwestin ku cejn bibe sedema aştî, azadî û yekîtiyê. Di bernameya pîrozbahiyê de ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.  Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî li ser navê partiyê axivî. 
 
'Em ji şer re dibêjin êdî bes e'
 
Veysî da zanîn ku wateya cejnê aştî, xwişk û biratî ye, lê bi salan e li Rojhilata Navîn şer heye û got, “Zarok û jin tên qetilkirin. Em niha ji şer re dibêjin 'êdî bes e'. Em aştiyê dixwazin. Lê peyama înkarkirin û tinekirina kurdan didin. We bi sedsalan nekariye Kurdan biqedîne, piştî îro jî hûn ê nikaribin wan biqedînin. Îro bi deh hezaran hevalên me di zindanan de ne. Di nav wan de girtiyên 70-80 salî jî hene. Em cejnê ji ber rewşeke wiha bi xemgînî derbas dikin."
 
Bernameya pîrozbahiyê bi tevlêbûna gel a berfireh dewam dike.