‘Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne’
- 18:25 18 Çile 2024
- Rojane
EDENE - Di Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya AATUHAY-DER de didome, ji bo hemû aliyan banga piştgiriya têkoşinê hat kirin.
Li Edenê di çarçoveya kampanya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan a Edene ya Akdenîzê (AATUHAYDER) û xizmên girtiyan nobeta EdaletÊ hat destpêkirin û ket roja 46 rojan. Îro rêveberên DEM Partî ya Yuregîrê çûn sedana çalakiyê.
Rêveberê DEM Partî yê Yuregîrê Ramazan Cengîz da zanîn ku ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne û banga piştgiriyê li hemû aliyan kir.