Banga xwedîderketina li doza rojnameger Dîcle Muftuoglu hat kirin
- 11:59 17 Çile 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek saziyên rojnamegeriyê ji bo Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu a ku wê sibehê li edliyeya Amedê duyemîn rûniştina wê bê dîtin banga piştevaniyê û xwedîderketina li doza Dîcleyê kirin û wiha gotin:"
Di 18'ê Çileyê de wê rûniştina duyem a Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu saet di 11.50'î de bê dîtin. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Xebatkarên Medya û Hiqûqê (MLSA), Sendîkaya Xebatkarên Çapxane, Weşan û Çapemeniyê yên Tirkiyeyê (DÎSK BASIN-ÎŞ), Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) daxuyaniya nivîskî ya hevpar dan û banga xwedîderketina li doza Dîcleyê ya sibehê kirin.
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Hevseroka Komeleya Dîcle Firatê û Edîtora Ajansa Mezopotamya Dîcle Muftuoglu zêdeyî 8.5 meh in girtî ye. Dîcle 264 roj in ji azadiya xwe mahrum maye. Bi cezayekî nehatiye bi navkirin re rû bi rû ye.
Dîcle Muftuoglu, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de di 29’ê Nîsana 2023’an de li Amedê hat binçavkirin. Di 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de hat girtin. Nêzî 9 meh in li Girtîgeha Sîncanê girtî ye. Der barê Muftuoglu de bi îddîaya “Endamtiya rêxistinê” û “avakirin û rêveberina rêxistinê” angaştname hat amadekirin.
Angaştname ji 43 rûpelan pêk tê. Lê di 41 rûpelan de, der barê Dîcle de yek sûcdarkirin tune. Di rewşek wisa de Dîcle di 7’ê kanûna 2023’an de derxistin pêşberî 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê. Me hemûyan bi hevre danişîna yekem şopand. Ji nûçeyên ku Dîcle çêkirine bigire, heta mayîna Dîcle ku li gel bavê xwe li Stenbolê di otelekê de maye, bi angaştên sosret tê sûcdarkirin. Bi rapora MASAK’ê pereyê ku wê û malbata xwe ji hevre şandine kiriye mijara sûc. Gera Muftuoglu ya dervê welat, axaftinên wê yên bi hempîşeyên xwe re wekî delîlê sûc nîşan dane. Bi daxuyaniyên şahidên nepen dixwazin vê bêhiqûqiyê veşêrin. Dixwazin pîşeya rojnamegeriyê kriminalize bikin. Şahidê nepen berê di dosyaya 10 rojnamegerên li Enqereyê de hat guhdarkirin. Di pirsek ku jê hat pirsîn de got ‘Bi dewletê re dixebite.’ Em qala kesekî wekî sîxur ku li ser navê dewletê dixebite dikin. Wekî parêzerên Muftuoglu jî anîn ziman, an ev kes polîs e, ku ne polîs be jî peywirdariyek bi vî rengî ne li gorî zagonê ye. Bi kurtasî hemû angaşt û şahidên nepen ên di angaştnameyê de pûç bûne. Ji xwe ev aganşt ji bo me bêqîmet in.
Bendewariya raya giştî ya ku Dîcle bê berdan gelek zêde bû. Ji ber ku sûcdariyên der barê Dîcle de ne ew sûcên ku Dîcle pê were girtin. Ji ber ku raya giştî Dîcle nas dike. Lê heyeta dadgehê şahidên nepen esas girt û Muftuoglu berneda. Bi lez û bez ev biryar hat girtin û destûr nedan ku parêzer parastinê bikin. Piştî binçavkirin û girtina 7 mehan a dervê hiqûqê dîsa biryara berdewama girtinê dan. Di danişînê de Dîcle xwe neparast. Em hemû parastin. Ya rastî rojnamegerî parast.
Niha Dicle dê di 18’ê Çile de cara duyemîn derkeve pêşberî dadger. Di danişîna ewil de hat dîtin ku di dosyayê de ji xeynî xebatên wê yên rojnamegeriyê tiştekî cuda tune bû. Li vir ya tê darizandin ne Dîcle ye. Ya tê darizandin rojnamegerî ye. Pir aşkere ye ku girtina Dîcle êdî ji tedbîrê zêdetir derbasî asta cezakirinê bûye. Ya ku ji bo Dîcle rewa tê dîtin, nîşan dide ku bi tevahî ji bo hemû rojnamegeran û bi taybet li dijî rojnamegerên Kurd xuya dike ku azadiya çapemeniyê hatiye çi astê. Ji ber vê sedemê em Rêxistinên Çapemeniyê yên ku îmzeya wan li bin vê metnê, em dixwazin ku Dîcle Muftuoglu ya sala par xelata “Rojnamegera herî bi Hêz” ku li Holandayê ji rêxistina Free Press Unlimited wergirt, bi lez serbest bê berdan.
Di 18'ê Çileyê de, saet di 11.50'î de li Edliyeya Amedê duyemîn danişîna Dîcle tê dîtin. Em li bendê ne ku her kes piştevaniya Dîcle bike û beşdarî danişînê bibin. Em ji bîr nekin wekî Dîcle em jî rojnamegeriyê diparêzin. Em careke din naxwazin ku tu kes ji ber pîşeya rojnamegeriyê bên darizandin û girtin. Careke din em dibêijn #ÇapemeniyaAzadNayêBedengkirin
KOMELEYA ROJNAMEGERÊN HEMDEM (ÇGD)
KOMELEYA ROJNAMEGERAN A DÎCLE FIRATÊ (DFG)
KOMELEYA XEBATKARÊN MEDYA Û HIQÛQÊ (MLSA)
KOMELEYA ROJNAMEGERÊN JIN A MEZOPOTAMYAYÊ (MKG)
SENDÎKAYA XEBATKARÊN ÇAPXANE, WEŞAN Û ÇAPEMENIYÊ YÊN TIRKIYEYÊ (DİSK BASIN-İŞ)
SENDÎKAYA ROJNAMEGERAN A TIRKİYEYÊ (TGS) "