Çalakiya greva birçîbûnê di roja 38'emîn de didome

  • 09:06 3 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 38'emîn de didome. 
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de li Amed, Wan, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn û Edeneyê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi "Nobeda Edealetê" kirin.  
 
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin di roja 38'emîn de didome. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê, di 27’ê Mijdarê de hate destpêkirin û dê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.