Êrîşên Tirkiyeyê li Sydney hat protestokirin
- 19:06 29 Kanûn 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Erîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava, Şengal û Başurê Kurdistanê li Sydney a Avustralyayê hat protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan li hember êrîşên dagirkeriyê beşdarî çalakiya protestoyî bûn ku li navenda bajêr hat lidarxistin. Di axaftinên ku dema çalakiyê de hatin kirin, êrîşên Tirkiyeyê yên hember Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê hat şermezarkirin.
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) Tîmur Tatvan diyar kir ku artêşa Tirk a ku ji gerîla darbeyek giran xwar û bi ser neket, bi hovane êrîşî gelên sivîl û qadên jiyanê yên li Rojava, Şengalê û Başûrê Kurdistanê dike û dixwaze tola xwe rake. Tîmur got, "Dibistan, nexweşxane, kargeh, bendav û santral bi rojan in tên bombekirin. Dewleta Tirk a faşîst a qirker li ber çavên cîhanê sûcê mirovahiyê pêk tîne. Weke gel em nikarin li hemberî vê hovîtiyê bêdeng bimînin. Em ê destkeftiyên xwe yên bi xwîna bi hezaran şehîdan ava kirine biparêzin."
Edîtorê Rojnameya Greenleftê û Berdevkê Komîteya Piştevaniya Rojava Peter Boyle êrîşên Tirkiyeyê ên li ser Rojava şermezar kir û destnîşan kir ku di heyama ku bala hemû cîhanê li ser Xezze û Îsraîlê ye qadên jiyanê yên sivîl ên li Rojava ji aliyê dewleta Tirk ve hatin bombekirin.
Li ser navê DKTM’ê Brûsk Aeîverî axivî û civaka navneteweyî ya ku li hemberî êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava bêdeng e şermezar kir û wiha got: "Divê demildest qada hewayî ya Rojava ji dewleta Tirk re bê girtin. Li dijî êrîşên dewleta Tirk ku berdewamiya DAÎŞ’ê ye parastina Rojava parastina mirovahiyê ye."
Çalakî bi dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Rojava","Komkujiya Kurdan rawestîne", "Bijî Berxwedana Rojava" bi dawî bû.