Girtiyek siyasî li Îranê dest bi greva birçîbûnê kir

  • 13:15 29 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji girtiyên siyasî yên Îranê Narges Mansourî, ji bo şermazarkirina biryara dadgehê ya têkildarî firotina milkên dayika wê daye, dest bi greva birçîbûnê kir.
 
Aktîvîstên mafên mirovan Mohammad Moghîmî, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku endama Sendîkaya Karkerên Şîrketa Otobusan a Tahran û Banliyo aktîvîsta siyasî Narges Mansourî dest bi greva birçîbûnê kiriye.
 
Di parvekirinê de hate diyarkirin ku Narges Mansourî, ji ber şermezarkirina biryara dadgehê ya milkek aydê dayika wê di mezadê de li ber bêfirotinê ye, dest bi greva birçîbûnê kiriye.