Delegasyona Jinan a Navneteweyî li Amedê serdan pêk anî
- 18:32 12 Kanûn 2023
- Rojane
AMED - Delegasyona Jinan a Navneteweyî, li Amedê Kesên di Nobeta Edeletê de, MED TUHAD-FED, OHD û Odeya Tabîban a Amedê ziyaret kir.
Heyeta Delegasyona Jinan a Navneteweyî ya ji 7 kesî pêk dihat û nav de parlamenter, hiqûqnas, nûnerên saziyên sivîl yên ji welatên cuda yên Ewreopayê cih digirt li Amedê serdanên xwe domand. Heyet ewil çû Nobeta Edeletê ya li navçeya Rezan a Amedê.
Heyet bi dayikan re hat gel hev û dayikan tecrîd û bûyerên civakî yên tecrîd dibe sedema wê ragîhandin. Heyetê nîşe girtin û diyar kirin ku wê li dijî binpêkirina mafan ya li girtîgehan û îşkenceyan çi ji destê wan bê wê bikin.
Heyet piştre çû serdana Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD). Hevserokê OHD’ê EkînYeter û kesên ligel wî heyet pêşwazî kirin. OHD’iyan qelsiyên di alî hiqûqî re û tecrîd ragîhandin.
Heyet pitşre çû serdana Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandî ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin (MEBYA-DER).
Heyet herî dawî derbasî Odeya Tabîban a Amedê bû.