ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2023'YAN
- 09:00 30 Mijdar 2023
- Rojev
*Fatma Avciyê ku 28 sal berê bi awayek bi guman hevjînê wê ji holê windabû şûnde barê giran ê jiyanê hemû li ser milên wê maye û ligel hemû zehmetiyan zarokên xwe mezin kiriye, hîna jî çavên wê li rêya hevjînê wê ye. DÎMEN HEYE
*Cigira Serokê Giştî yê PÎA'yê Menîce Gulmez da zanîn ku AKP’ê di dagirkirina Isralîlê ya Fîlîstînê de wekê ku piştgiriyê dide Fîlîstînê nîşan dide û got: “Ev helwesta Tirkiyeyê ji ya Netenyahu cudatir nîne. Tirkiye jî her tim wekî wî êrîşî rojavayê Kurdistanê dike." DÎMEN HEYE
*Li hember jinan ligel tundiya fîzîkî ya dîjîtal jî zêde bûye. Tundiya dîjîtal, bi armanca kontrolkirin, biçûkxistin, cezakirina jinan tê îfadekirin.
*Jin der barê tundî, zext û mobînga di her qada jiyanê de tê kirin de axivîn û diyar kirin ku çareseriya vê têkoşîna hevpar a li dijî zayendperestiyê ye. DÎMEN HEYE
*Dayika Aştiyê Asiye Tay ku kilamên di çand û zimanê me de cihekî girîng digire, distirê wiha dibêje: “Ez bang li hemû kesî dikim ku çanda xwe fêrî zarokên xwe bikin. Bila çanda me winda nebe.” DÎMEN HEYE