Li Rojava meşa ciwanan a ji bo azdiyê
- 13:55 29 Mijdar 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin û dê meş 3 rojan bidome.
Kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin roj bi roj mezintir dibe. Tevgera Ciwanên Şoreşger a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan di çarçoveya kampanyayê de dest bi meşa ku dê 3 rojan bidome kirin. Bi sedan ciwanên li Stadyûma 12’ê Adarê ya Qamişloyê hatin gel hev, dest bi meşê kirin. Meş dê 3 rojan bidome û li Dêrikê bi mitîngekê bi dawî bibe.