Piştî tenduristiya Armita Bauer nebaş bû, veguhastin nexweşxaneyê
- 12:41 21 Mijdar 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Desthilata Îranê xwendekara girtî Armîta Bauer piştî ku tenduristiya wê paşde çû veguhast nexweşxaneyê. Armîta ji bo başkirina şert û mercên girtîgehê û pêkanîna mafên xwe yên qanûnî beriya 16 rojan dest bi greva birçîbûnê kiribû.
Xwendekara Beşa Biyolojiya şaneyên Molekular Armîta Bauer ku li Girtîgeha Navendî ya Tebrîzê girtî bû rakirin nexweşxaneyê. Hate hînbûn ku, Armîta Bauer a ku 16 roj berê ji bo başkirina şert û mercên girtîgehê û pêkanîna mafên xwe yên qanûnî dest bi greva birçîbûnê kiribû, piştî ku rewşa wê ya tenduristiyê xera bû, di 19’ê Mijdarê de sewqî nexweşxaneya Girtîgeha Navendî ya Tebrîzê hat kirin.
Hate diyarkirin ku Armîta Bauer piştî ku rayedarên girtîgehê soz dan ku rewşa wê ya hiqûqî û şert û mercên girtîgehê bên lêkolînkirin dawî li greva birçîbûna xwe anî.
Armîta Bauer di 9’ê Cotmehê de ji ber serhildana gel a ku li Îranê û Rojhîlatê destpê kiribû, li ber Zanîngeha Sivîl a Tebrîzê hatibû girtin. Armîta Bauer ku di 8'ê Kanûnê de bi kefaletê ji Girtîgeha Navendî ya Tebrîzê bi awayekî demkî hate berdan, di 21'ê Îlonê de careke din hatibû girtin û wê biribûn Girtîgeha Navendî ya Tebrîzê.