Zarokê di lehiyê de winda bû mirî hate dîtin
- 11:41 20 Mijdar 2023
- Rojane
ÊLIH - Yek ji 3 zarokên di lehiyê de winda bûn Îsrafîl Guner ê 5 salî, mirî hate dîtin.
Li Êlihê hejmara miriyên ji ber lêhiya duh bi şev rabûye jiyana xwe ji dest dane, derket 2'yan. Barana zêde barî, hemû kolan û kuçeyên li taxên Hurriyet, Gultepe, Fatîh, Belde, Şafak, Karşiyaka, Kultur, Çamlitepe û Seyîtler di bin ava baranê de man.
Li taxa Seyîtler jina 54 salî Lalixan Guner ber bi ava lêhiyê ket û winda bû. Piştî lêgerînan Lalîxan mirî hate dîtin. Dîsa di heman taxê de 3 zarokên xwîşk û birayên hev ku temenên wan di nava 1 û 9 salî de digûherin, ber bi ava lêhiyê ketin û winda bûn. Di encama xebatên peydakirina zarokan ên serê sibê dane destpêkirin de ji 3 zarokên winda, Îsrafîl Guner mirî hate dîtin.
Xebatên lêgerîna zarokên din, berdewam dikin.