Konferansa Akademiya Modernîteya Demokratîk dest pê kir
- 14:25 17 Mijdar 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Akademiya Modernîteya Demokratîk bi dirûşma "Hunera Azadiyê-Rêxistinbûn û Stratejiyên Berxwedana Kolektîf" li Baselê ji bo 3 rojan konferansekê lidar dixe.
Konferansa "Hunera Azadiyê-Rêxistinbûn û Stratejiyên Berxwedana Kolektîf" a Akademiya Modernîteya Demokratîk li bajarê Basel ê Swîsreyê destpê kir û wê heta 19'ê Mijdarê dewam bike. Konferans li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Baselê pêk tê û ji Ewropa, Efrîka, Latîn Emerîka û Asyayê nûnerên gelek rêxistinan tevlî dibin.
Di konferansê de wê krîza modernîteya kapîtalîst, rêyên çareseriya krîzê û perspektîfên çareseriyê bêne nîqaşkirin. Her wiha bi konferansê tê xwestin ku valahiya navbera tevgerên civakî yên li parzemînên cuda bê dagirtin, perspektîfên hevpar bêne berfirehkirin û xetên berxwedanê yên stratejîk bêne avakirin.
Di konferansê de wê paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê nîqaşkirin.
Konferansê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna şoreşê de jiyana xwe ji dest dan dest pê kir û bi navê Akademiya Modernîteya Demokratîk Bêrîvan Yîgît destpêkê axivî.
Bêrîvan Yîgît bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku paradîgmaya Abdullah Ocalan îro li nava gelên cîhanê deng vedaye. Bêrîvan Yîgît got, "Hêzên ku îro ji çar aliyên cîhanê hatine vê derê, wê tecrûbeyên xwe yên herêmî, girîngiya têkoşîna hevpar û avakirina cîhaneke nû nîqaş bikin. Bêguman di navenda vê nîqaşê de wê paradîgmaya Rêber Apo hebe."
Ji Akademiya Modernîteya Demokratîk Alî Çîçek jî ragihand ku yek ji armancên bingehîn ên konferansê mezinkirina têkoşîna enternasyonalîst e.
Konferans bi panela bi sernavê "Perspektîfên tayînkirina çarenûsa xwe ya neteweyan û di sedsala 21'ê de xweserî" dewam dike.
Bernameya konferansê
Bernameya roja 2. û 3. a konferansê bi vî rengî ye:
18'ê Mijdarê roja Şemiyê
09:30 – 13:00 Karên atolyeyê
*Ji perspektîfa jineolojiyê azadiya jinê û sosyalîzma demokratîk - Di sedsala 21'ê de têkoşîna çînî ya di ser neteweyan re
*Konfederalîzma Ciwanan a Demokratîk: Li dijî modernîteya kapîtalîst di têkoşînê de ciwan
*Demokrasiya Xwecihî û Ekolojî
16:15 – 18:30 Panel
Li bakur avakirina xweseriya demokratîk - tecrûbe û fikir
19:00 – 21:30 Çalakiya çandî
19'ê Mijdarê roja Yekşemê
09:30 – 11:00 Panel: Fikrê sosyalîzmê - ber bi nûbûnekê ve
*Sedsala 21'ê: Serdema Şoreşa Jinê
*Israra li ser sosyalîzmê israra li ser mirovahiyê ye
11:30 – 15:30 Rêxistinî û enternasyonalîzm
*Tecrûbeyên altenatîf
*Li Kolombiyayê avakirina hêza gel
*Li Fîlîpînan perspektîfên rêxistinbûna şoreşgerî
*Ji Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê destketî, zehmetî û perspektîf