Bersûcê Fîdda Ûzûn qetil kir hat girtin
- 12:14 16 Mijdar 2023
- Rojane
RIHA - Ahmet Ûzûn ê li navçeya Kaniya Xezalan Fîdda Ûzûn a 5 mehî ducanî bû qetil kir hate girtin.
Faîl Ahmet Ûzûn ê duh li Taxa Çomlekçî ya girêdayî navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê hevjîna xwe Fîdda Ûzûn (24) a 5 mehî ducanî bû qetil kir, piştî kirariyên li Miduriyeta Polîsan a Kaniya Xezalan sewqî edliyeyê hate kirin.
Ahmet piştî wergirtina îfadeyê ya dozgeriyê û dadgeriyê hate girtin û şandin girtîgehê.