Li dijî êrîşa li hember gora Ugur Kaymaz bertek
- 19:54 15 Mijdar 2023
- Rojane
ENQERE - Parlamentera HEDEP’ê ya Mêrdînê Berîtan Guneş bertek nîşanê texrîbkirina gora Ugur Kaymaz yê bi guleya polîsan hatibû qetilkirin, da û wiha got: “Em van êrîşên li hember goristanan, hişê civakî tu carê qebûl nakin. Em kesên ku rê didin van êrîşan lanet dikin.”
Parlamentera Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Mêrdînê Berîtan Guneş Altin bertek bertek nîşanê texrîbkirina gora Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaçmaz yên 19 sal berê li Qoser a Mêrdînê bi guleya polîsan hatibû qetilkirin, da.
Berîtanê diyar kir ku Ugur Kaymaz dema hatiye qetilkirin 12 salî bû û 13 guleyan hatiye qetiklirin û wiha vegot: “Çend roj berê gora Ugur Kaymaz û bavê wî hat texrîbkirin. Em van êrîşên li hember goristanan, hişê civakî tu carê qebûl nakin. Em kesên ku rê didin van êrîşan lanet dikin.”