Wê bernameya 'Di zindanan de berxwedana nivîskariyê' bê lidarxistin
- 10:05 15 Mijdar 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wê îşev bi munasebeta 15'ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Zindanan de ya Cîhanê û bi pêşengiya navenda PENa Kurd li ser weşana zoomê bernameya "Di zindanan de berxwedana nivîskariyê" bê lidarxistin.
Wê îşev bi munasebeta 15'ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Zindanan de ya Cîhanê û bi pêşengiya navenda PENa Kurd li ser weşana zoomê bernameya "Di zindanan de berxwedana nivîskariyê" bi tevlîbûna gelek nivîskaran, bê lidarxistin. Dê bername li gor saeta Kurdistanê saet di nehê şevê de bê lidarxistin. Li gor saeta Ewropayê jî wê saet di heftê şevê de bername bê lidarxistin.
Dê wekî axaftvan, Endama Desteya Rêvebir Komeleya Nûjîn Sirwe Pûrmuhemedî, Gerîndeya weşana giştî ya kovara Destar, Jîn Aryen, Nivîskar û Helbestvan Huseyîn Duman, Rojnameger Cebar Destbaz, Parêzer Beşdar Hesen tevlî bernameyê bibin. Dê moderatortiya bernameyê ji aliyê Nivîskar û Helbestkar, gerîndeyê weşana giştî ya kovara Destar Heval Dilbihar moderatortiya bernameyê bike.