Çalakiya konvedanê ya li Hesekê di roja 5'emîn de ye
- 15:50 14 Mijdar 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Federasyona Gaziyên Şer, Dayikên Aştiyê û şêniyên navçeyên Hol û Erîşê soz da ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berxwedanê bidomînin.
Çalakiya konvedanê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li bajarê Hesekê tê lidarxistin, di roja 5'emîn de dewam dike. Çalakî di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” de tê lidarxistin.
Îro şêniyên navçeyên Hol û Erîşe, endamên Federasyona Gaziyên Şer û Dayikên Aştiyê yên ku cilên spî yên wêneyên Abdullah Ocalan li ser li xwe kiribûn, berê xwe dan bin konê çalakiyê.
Di bin konê çalakiyê de, endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şaxê navçeya Holê Emar El Mûsa axivî. Emar diyar kir ku kiryarên dewleta tirk ên li dijî Abdullah Ocalan û êrişên li djiî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ligel bêhelwestiya civaka navneteweyî bi armanca tunekirina îradeya gelan pêk tên.
Endama Mecilsa Bajaroka Erîşe Henaa Sehal jî axaftinek kir. Henaa got: “Çiqas Erdogan ê faşîst hewl bide jî, dê nikaribe vîna gelê ku berxwedan û têkoşîn hilbijartiye û li ser fikrên Rêbertî dimeşe, têk bibe.”
Li ser navê Federasyona Gaziyên Şer jî Îbrahîm Nezal axivî. Îbrahîm bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember kirinên dewleta tirk ên li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û soz da ku ew ê heta şikandina tecrîdê têkoşînê bidomînin.
Tê payîn ku sibê şêniyên navçeya Til Birakê û koçberên Kampa Serêkaniyê jî beşdarî çalakiyê bibin.