Vegera Şengalê ya Êzidiyan dewam dike
- 14:18 14 Mijdar 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand îro bi hevkariya hêzên ewlehiyê yên parêzgeha Dihok û Ninowayê 145 koçberên Êzidî ji Kampa Bersivê-1 bi daxwaza xwe vegeriyan Şengalê.
Vegera ji bo Şengalê bê navber dewam dike. Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê di daxuyaniyek nivîskî de ragihand, di çarçoveya bernameya hikûmet û wezareta wan a ji bo bi dawîkirina dosya koçberan, îro 145 koçberên Êzidî ji Kampa Bersivê-1 ya girêdayî Zaxo bi daxwaza xwe vegeriyan Şengal û derdora wê.
Di daxuyaniyê de hat gotin koçberên ku vedigerin pêdawîstiyên sereke jêre tên peydakirin.