Li Darmstadtê ji bo Azadiya Abdullah Ocalan kon hat danîn

  • 18:47 9 Mijdar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Darmstadt a Almanyayê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kon hat danîn.
 
TJK-E Hessenê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê cotmehê de li seranserê cîhanê hate destpêkirin, kon danî.
 
Çalakî li Darmstadt Lisenplatzê hat lidarxistin. Di çalakiya konvedanê de belavok û broşur hatin belavkirin. Di çalakiyê de bal kişandin bi ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.
 
Di çalakiyê de banga tevlîbûna meşa mezin a bi daxwaza rakirina qedexeya PKK'ê di 18'ê Mijdarê de li Berlînê bê lidarxistin, hat kirin.
 
Çalakî ji ber barana zêde bi dawî bû.