Li Erziromê ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang hat kirin
- 15:37 9 Mijdar 2023
- Rojane
ERZIROM - Di civîna gel a li Xinûsê de ji bo “Meşa Azadiyê” ku dê di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin banga tevlibûnê hate kirin.
Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) û Komeleya Piştevanniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi gel re civiyan.
Civîn li navçeya Xinûs a Erziromê hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Erziromê Meral Daniş Beştaş û rêveberên navend û navçeyan çûn serdana gel û vexwendin meşê.
Vexwendina ji bo meşê
Piştre jî li avahiya HEDEP’ê ya Xinûsê bi gel re civîn hate lidarxistin. Gelek kes tev li civînê bûn. Di civînê de Hevseroka TUHAY-DER a Wanê Edîbe Babur û Hevserokê Şaxa MEBYA-DER a Wanê axivîn. Edîbe, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bang li hemû kesî kir ku “Meşa Azadiyê” ya di 18’ê mijdarê de bibin.