Wê ji bo Abdullah Ocalan li Hesekê çalakî bê lidarxistin
- 12:46 8 Mijdar 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên lidarxistina çalakiyeke girseyî li ser asta kantona Hesekê dike.
Ji bo Rêber Abdullah Ocalan çalakiyeke girseyî tê lidarxistin
Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya çalakiya konvedanê ku dê li ser asta kantona Hesekê li dar bixe, aşkera kir. Însiyatîfê da zanîn ku çalakî dê 10`ê Mijdarê dest pê bike û 16`ê Mijdarê bi dawî bibe.
Çalakî di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de û li rojavayê Parka 4`ê Nîsanê ya bajêr tê lidarxistin.
Dê şêniyên bajêr, sazî, rêxistinên civaka sivîl, şêniyên navçeyên Dirbêsiyê, Til Temir, Zirgan, Şedad, Hol, Til Birak, bajarok Mergede, bajarokê Erîşe, Kampa Weşûkanî û Serêkaniyê tev li çalakiyê bibin.