Ji girtiyên nexweş banga hestyariyê

  • 20:08 7 Mijdar 2023
  • Rojane
RIHA - Girtiyên nexweş Şehrîban Mîmkara û Fevzî Arslan di hevdîtina bi parêzerên xwe re îşkenceya li wan hatiye kirin vegotin û banga hestiyariyê kirin.
 
Girtiyê nexweş Fevzî Arslan (50) ku di Girtîgeha Tipa T ya Rihayê de tê ragirtin û girtiya nexweş Şehrîban Mîmkara ya li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Rihayê û bi nexweşiya pençeşêrê ketiye, bi rêya parêzeran binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. 
Girtiya nexweş Şehrîban Mîmkara ku herî dawî bi nexweşiya pençeşêrê ketibû diyar kir ku di sewqên nexweşxaneyê de bi pirsgirêkan re rû bi rû mane û serpêhatiyên xwe wiha vegot: “Sewqên min dereng xistin. Piştre dema parêzer û parlamenteran rewşa min ji dozgeriyê re ragihandin, min sewqî nexweşxaneyê kirin. Lê vê carê her çiqas du caran biyopsî kirin jî der barê nexweşiya min de teşhîs nehat kirin û ger bûbe jî ji min re negotin. Dema ku ji bo cara sêyem biyopsiya min hat kirin, min pirsî ka çiya min heye. Gotin tu bi penceşêrê ketiyî, lê nexweşiya min ji min re negotin. Ez hîn jî nizanim çi nexweşiya min heye. Agahiyê nadin min. Rêveberiya girtîgehê bersiva daxwaznameyên min nade. Niha malbata min got ku wan bihîstiye ku biryara emeliyatê ji bo min hatiye dayîn. Di vê der barê de tu agahî nedan min. Ez texmîn dikim ku ez nizanim dê roja emeliyata min çi ji min re bibêjin. Ez naxwazim bêyî amadeyî biçim emeliyatê. Lê ew vê derfetê nadin min. Ger ez emeliyat bibim jî, derfeta min tune ku bijîşk yan jî nexweşxaneyê hilbijêrim, ez naxwazim piştî emeliyatê di bin çavdêriya nexweşxaneyê de bimînim. Li wir pir qirêj û bêhijyenîk e. Ger emeliyat bibim ez naxwazim di girtîgehê de bimînim. Ji ber ku rîska min a enfeksiyonê heye, ez dixwazim tedawiya min li odeyeke paqij bikin. Daxwza min ji rêveberiyê ew e ku agahiyên rast bidin min.”
 
‘5 roj in av nayê’ 
 
Şehrîban Mîmkara diyar kir ku lêgerîna derxistina pêlavê li wan tê ferzkirin û got ku ev pêkanîn li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Şehrîban Mîmkara anî ziman ku gelek caran avê qut dikin û daxuyand ku ev 5 roj in av nayê.
 
Girtî Fevzî Arslan ê ku ji bo roviyên wî dernekevin neçar ma korsetê bi kar bîne, diyar kir ku di sewqên nexweşxaneyê de bi muameleya xerab re rû bi rû mane û lêgerîna li hundirê dev lê hatiye ferzkirin. Fevzî Arslan diyar kir ku muayeneya kelepçekirî li ser hatiye ferkirin û wiha got: "Dema em diçin ser bijîşk leşker dibêjin dem nemaye û nahêlin em pirsan bikin. Muayeneya me bi rêk û pêk nayê kirin." Arslan destnîşan kir ku odeyên ku ew tê de dimînin di bin navê lêgerînê serobino kirine û got ku di lêgerîna çend roj berê de betaniyên wan hatine desteserkirin. Aralan wiha berdewam kir: "Tiştên min ji dolabê derxistin û  danîn ser Qurana min." Arslan anî ziman ku serlêdanên wan ên ji rêveberiyê re nehatine bersivandin û wiha got: "Berê xwîn çûbû ser mejiyê min. Fitiqa min heye. Tedawiya min heta niha nehatiye kirin. Tu fêdeya korsetê tune. Bijîşk dibêjin divê demildest emeliyat bibim, lê hîn jî nebûme.”
 
Banga hestiyariyê 
 
Fevzî Arslan û Şehrîban Mîmkara bang li parêzvanên mafên mirovan, bi taybetî rêxistinên hiqûqî kirin ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan têkevin nava liv û tevgerê û dengê girtiyan bibihîzin.