TJA di çarçoveya kampanya xwe de li Îzmîrê bi jinan re civiya
- 14:04 5 Mijdar 2023
- Rojane
ÎZMÎR - TJA di çarçoveya kampanyaya “Bi jin, jiyan, azadî ve ber bi azadiyê ve” de li Îzmîrê bi jinan re civiya. Serokwekîla Koma HEDEP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku di pêvajoyeke ber bi hilbijartinên herêmî ve de hewceye tifaqa jinan were xurtkirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya “Bi jin, jiyan, azadî ve ber bi azadiyê ve” de li Îzmîrê taştê da jinan û bi jinan re civiya. Çalakî, li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê hate lidarxistin. Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Meral Daniş Beştaş, Parlamentera HEDEP’ê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk û gelek aktîvîstên TJA’yê tev li çalakiyê bûn. Li cihê civînê pankarta “Bi jin, jiyan, azadî’yê ber bi azadiyê ve” hate daliqandin û beşdaran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana jinan” berz kirin.
Di çalakiyê de ji ewil aktîvîsta TJA’yê Şukran Adiyaman axivî. Şukranê, bal kişand ser wate û girîngiya kampanyayê û got ku dê di vê pêvajoyê de hevdîtinên bi jinan re zêdetir bibin.
‘Jinên kurd pêşengiyê dikin’
Piştre jî Serokwekîla Koma HEDEP’ê Meral Daniş Beştaş axivî û diyar kir ku jinên kurd pêşengtiya têkoşîna azadiyê dikin. Meralê, wiha domand: “Jinên kurd bi taybet jî li Rojava şoreş kirin. Tevahiya jinên cîhanê dîtin bê ka jinên kurd li dijî hovîtiyê çawa têkoşiyan û serkeftinên wan dişopînin. Bêyî ku ferq û cudahiyê têxin navberê, jin li Tirkiyeyê bi destên hev digirin û bi hev re dimeşin. Îktîdarê, çav berdaye destkeftiyên jinan. Her tim zextê li jinan dikin. Divê di pêvajoyeke ku em ber bi hilbijartinên rêveberiyên herêmî ve diçin de tifaqa jinan hîn mezintir bikin.”