Keskîn: Zîhniyeta serdest dixwaze Kurdan tune bike

  • 15:55 4 Mijdar 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn a di 21’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya ÎHD’ê de axivî, diyar kir ku Îsraîl terora dewletê dike, tişta li Filistînê tê kirin li Rojava jî tê kirin û wiha got: “Zîhniyeta serdest û binpêker dixwaze Kurdan tune bike.”
 
21’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi dirûşmeya “Mirov bi mafen xwe heye, İHD bi tekoşina xwe” li Dika Yilmaz Guney a Şaredariya Çankayayê hate lidarxistin. Li eywana lijne lê hate kirin pankartên “Tecrîd Sûcê mirovahiyê ye, ji Girtiyên Nexweş re Azadî” , “Tundiya li dijî jinê polîtîk e” , “Bila windakirî bên dîtin, bila faîl bên darizandin” , “Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafê herî bingehîn ê mirovî ye” hatin daliqandin.
 
Dayikên Şemiyê, Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan, dayika Denîz Poyraz a li avahiya HDP’a Îzmîrê hate qetilkirin, Fehîma Poyraz, parlamentera HEDEP’ê ya Rihayê Dîlan Kunt, nivîskar Fîkret Başkaya, EMEP, Partiya Saadetê, KESK, Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya 78’an û Weqfa Aştiyê tev li lijneyê bûn.
 
Sekreterê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçuk Balaban destpêka lijneyê axivî. Huseyîn, diyar kir ku di serdemeke ku mafên mirovan di bin zexteke zêde ne de Lijneya Giştî ya ÎHD’ê tê kirin. Piştî axaftina Huseyîn hilbijartina dîvanê hate kirin. Pêkhatina dîvanê ya tenê ji jinan li eywanê bi awayekî bicoş hate pêşwazîkirin. Nîmet Tanrikûlû, Fehîme Poyraz, Hanîfe Yildiz, Berfîn Elçî û Neylan Solmaz Saçilik ji dîwanê re hatin hilbijartin. Piştî hilbijartina dîwanê ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de rêz hate girtin.
 
 ‘Kesên Ermenî qirkirin komar avakirin’
 
Piştre Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn axivî.  Erenê, diyar kir ku hemû endamên ÎHD’ê yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tîne û wiha got: “Em li ÎHD’ê her tim dibêjin ‘dikevin pêvajoyeke zor û zehmet’. Belê dê ev pêvajo jî gelek zor bît. Ji ber ku ev îttîhata ku di sala 1915’an de Qirkirina Ermenan kir komar ava kir. Di pêvajoya sed salan de hewl hate dayîn bi qirkirin, sirgun û bişaftinê cudahiyên li welat dijîn bên tunekirin.”
 
 ‘Li her derê pirsgirêk heye’
 
Erenê behsa pirsgirêkên li Kurdistanê dijîn kir, anî ziman ku bêyî nîqaşa bîrdoziya fermî aştî nayê. Erenê, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Tirkiyeyê û her çar parçeyên Kurdistanê pirsgirêk heye. Ji ber ku ev ne tenê pirsgirêka erdnîgariya me ye. Hişmendiya mêtînger dixwaze li her çar parçeyan kurdan tune bike. Belê îro şerekî biêş li Rojhilata Navîn heye. Îsraîl bi terora dewletê hewl dide Filistînê ji holê rabike. Hin kesên li vê erdnîgariyê ji xwe re dibêjin mûxalîf komkujiya li Filistînê dibînin, lê komkujiya li Rojava nabînin. Divê em weke rêxistinên muxalîf nîqaşa ‘em çiqasî dişibin dewletê’ bikin.”
 
Erenê, têkildarî Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta xizmên xwe dipirsin her tim tên binçavkirin jî wiha got: “Dema em îro li vir qala vê dikin, dibe ku saetek piştre hevalên me bên binçav kirin. Ji bo vê jî em ê piştî demekê daxuyaniya piştgiriyê ya ji bo Dayikên Şemiyê bidin. Berxwedana Dayikên Şemiyê me hemûyan wêrek dike.”
 
 ‘Dîroka binpêkirina mafan e’
 
Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal ê pişt re axivî jî têkildarî sedsala Komara Tirkiyeyê wiha got: “Sedsala komarê dîroka binpêkirina mafên mirovan e. Pirsgirêka bingehîn a erdnîgariyê pirsgirêka kurd e. Divê pirsgirêka kurd bi rê û rêbvazên demokratîk çareser bibe. Helbet ev yek jî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkane. Ji bo em civakeke wekhev ava bikin pêşengtiya me aştî ye. Heta ku aştî pêk neyê azadî nayê vî welatî.”
 
 Balkişand ser rojnamegerên girtî
 
Akin di berdewama axaftina xwe de Çapemeniya Azad jî silav kir û bi bîr xist ku îdianameya edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz ê jê re 37 sal ceza tê xwestin bi pere firotine wî û wiha got: “Rojnamevan Dîcle Muftuoglû, Sedat Yilmaz cezaevindeler. Ez ji vir Çapemeniya Azad a mafê agahî wergirtinê yê civakê diparêze silav dikim.”
 
Piştî axaftina Bîrdal, ji bo daxuyaniya piştgiriyê ya ji Dayikên Şemiyê re navbereke kurt dan lijneyê.
 
Piştî daxuyaniya piştevaniyê ya ji Dayikên Şemiyê re Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê yê beriya niha Ozturk Turkdogan axaftinek kir. Ozturk anî ziman ku êdî delegeyê ÎHD’ê ye û wiha got: “Di bin vî banî de demekî dirêj em bi we re têkoşiyan. Em rêgezeke ku di cîhanê de jî derbasdar e bi bîr bixin; hûn bi kê re şer bikin hûn ê bi wî/ê re li hev bên. Em di nava vê şewata Rojhilata Navîn de qet nebe li Kurdistanê dixwazin aştiyê bibînin. Em ê tecrîda li Îmraliyê ji bîr nekin. Em ê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hevalên wan bê rakirin têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Kongre berdewam dike.