Parîs TEV-ÇAND'ê li dijî tecrîdê çalakî lidar xist
- 08:32 30 Cotmeh 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermendên TEV-ÇAND'ê li Parîsê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.
Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) li paytexta Fransa Parîsê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî li dar xist.
Hunermend li qada Saînt Mîchel a li Parîsê li hev kom bûn, wêneyên Abdullah Ocalan hildan û bi pankartan bal kişandin ser tecrîda giran ku 33 meh in agahî ji Ocalan nayê wergirtin.
Hunermendan sirûda 'Çerxa Şoreşê' jî gotin û tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Solution politique pour le Kurdistan" berz kirin.