Li Zanîngeha Dîcleyê çalakiya rûniştinê
- 15:08 27 Cotmeh 2023
- Rojane
AMED - Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî mirina Zeren Ertaş a ku li Aydinê li Wargeha Xwendekarên Keç ku ji asansorê ket û jiyana xwe ji dest da û bûyerên tacîzê yên li zanîngeha xwe çalakiya rûniştinê li dar xisitn.
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî mirina Zeren Ertaş a li Wargeha Xwendekarên Keçik a Guzelhîsara Aydinê ku asansör ket û bû sedema mirina wê û bûyera tacîzê ya li zanîngeha wan qewimî şermezar bikin, li ber avahiya Karên Xwendekaran çalakiya rûniştinê li dar xistin. Gelek xwendekar tevli çalakiyê bûn.
Xwendekaran bênavber dirûşmên berz kirin û dowîzên wek “Jin jiyan azadî”, “Qatil KYK” û “Lihêfa we daye bû kefenê Zerenê” hildan.
Xwendekaran piştî demeka çalakiyê xwestin heta avahiya rektoriyê bimeşin. Polîsan xwendekar dorpêç kirin û meşa wan asteng kirin. Xwendekaran bi berzkirina dirûşmeyan astengiya polîsan protesto kirin. Piştre xwendekaran di nav dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Elîf Çoban li ser navê xwendekaran daxuyanî da. Çoban ji malbata Zeren Ertaş re sersaxî xwest û bal kişand ser bûyerên li zanîngehan diqewimin û destnîşan kir ku wê ciwanên bi rêxistinkirî hesab ji kujeran û desthilatdariyê bixwazin.
Xwendekaran got heta ku rektor bê cem wan dê çalakiyên xwe bidomînin.