Jinên Ciwan bi çalakiyên werzîşê, Bêrîtan bi bîr anin
- 11:25 27 Cotmeh 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Ciwan ên Qamişloyê, bi basketbol, satranç, karate jî tê de gelek çalakiyên werzîşê ji bo bîranîna cangorî Bêrîtan Hêvî li dar xistin. Jinên Ciwan yên PYD’ê pêşengtiya çalakiyên werzîşî kirîn.
Çalakiyên bîranînê yên bi munasebeta salvegera fermandara jin a têkoşera azadiyê Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan Hêvî berdewam dikin.
Li gorî Nuçe Ciwan li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê jinên ciwan bi çalakiyek balkêş cangorî Bêrîtan bi bîr anîn. Çalakiya jinên ciwan di bin dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî’ hate lidarxistin.
Çalakiya bîranîna ciwanan dîmenên balkêş û rengîn derxist pêş.
Ciwanên yên PYD’ê bi gelek beşên werzîşî çalakiya xwe li dar xistin. Jinên ciwan basketbol, satranç û karate jî têde gelek aktîvîteyên werzîşî pêk anîn û kêliyên xweş jiyan.