Sevilay Çelenk a HEDEP'yî çû serdana saziyan
- 15:57 25 Cotmeh 2023
- Rojane
AMED – Sevilay Çelenk a HEDEP'yî li Amedê çû serdana Amida Haber û Kooperatîfa Jinan a Toxim.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Amedê Sevilay Çelenk, li Amedê çû serdana Amida Haber û Kooperatîfa Jinan a Toxim. Sevilayê di dema serdanê de bi rojnameger û jinên kedkar re sohbet kir. Jinan bal kişandin ser pirsgirêkên li qadên xebatan.
Sevilayê berê çû serdana Amida Haber û li vir bal kişand ser zextên li ser çapemeniyê, ziman û polîtîkayên asîmîlasyonê.
Sevilayê piştre çû serdana Kooperatîfa Jinan a Toxim û bal kişand ser êrişên qeyûm ên li ser kooperatîfan û zextan.