Li Frankfûrtê li dijî tecrîdê çalakî hat lidarxistin
- 08:37 13 Cotmeh 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê ciwanan daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin û li ber êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabûn.
Ciwanên enternasyonalîst û jin ên ciwan ên Kurd li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê li hev kom bûn û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên li ser Rojava çalakî kirin.
Meş li kolana qelebalix a Frankfûrtê li Bergerstrasseyê pêk hat. Pankartên bi nivîsa piştevaniya bi berxwedana Rojava û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatin hildan. Ciwanan dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Rojava" qîriyan. Her wiha diyar kirin ku hikumeta Elman ji şer sûdê werdigire.