Êrîş û tecrîd li Graz û Wûppertalê hatin şermezarkirin
- 10:26 12 Cotmeh 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistaniyan tevî dostên xwe, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk şermezar kirin.
Li bajarê Grazê yê Awûstûryayê û li bajarê Wûppertalê yê Elmanyayê êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin.
Graz
Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Haûptplatzê pêk hat û femînîst, endamên Solîkomîtee Kurdistan, Rîse Ûp Commûnîty tevlî bûn.
Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê yên Kurdistanê deqeyekê rêz hate girtin.
Bi pankartan û belavokan işaret bi êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin, tecrîd hate şermezarkirin.
Wûppertal
Li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê jî çalakiyek hate lidarxistin. Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Viyan pêk hat, belavok hatin belavkirin û dirûşm hatin berzkirin.