Di serdegirtinên malan de 31 kes hatin binçavkirin
- 12:07 11 Cotmeh 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di serdagirtinên malan ên li 9 bajaran de herî kêm 31 kes hatin binçavkirin.
Operasyonên binçavkirinê yên piştî çalakiya 1'ê Cotmehê ku li dijî Wezareta Karên Naxweyî hatibû kirin, berdewam dikin. Wezaretê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya daxuyand ku li Riha, Mêrdîn, Wan, Semsûr, Îzmîr, Isparta, Meletî û Manîsayê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “alîkariya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê” û “fînansekirina rêxistinê” 27 kes hatine binçavkirin.
Li Amedê 4 kes hatin binçavkirin
Di serdagirtinên malan ên li navçeyên Licê û Yenîşirê yên Amedê de 4 kes hatin binçavkirin. Li gundê Hêzanê yê bi ser navçeya Licê ve Welat Yalçin û Mûstafa û Yahfûr Çelîk ên birayên hatin binçavkirin. Hat destnîşankirin ku dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.
Di serdagirtina malê ya li navçeya navendî ya Yenîşehirê jî endamê Meclisa Şaredariya Yenîşehirê yê HDP’a yê berê Fûat Yalçin, hate binçavkirin.
Hat destnîşankirin ku welatî bi îdiaya “alîkariya rêxistinê” tên sûcdarkirin û dozgeriyê biryara "veşartî" daniye ser dosyeya wan.